Kî ne em

 About us in ENGLISH // GERMAN // DARI // ARABIC // KURDISH // SERBO-CROATIAN

„Bi xêr hatî bo Ehrenfeld“ înîsîyatîva welatîyan e. Înîsîyatîva welatîyan pêwendîya nebipergal a welatiyane ku berpirsin liser armanceke hevbeş. Di babeta me de, armanca hevbeş a me eve ku em pêşwazîya kesên ku penaber in bikin û alîkariya wan bikin daku jîyan li Ehrenfeld helfen de destpê bikin.

Kesên ku alîkarîya penaberan dikin, „Ehrenamtler“ (kesên xwebexş), an jî alîkarên bêberamber tên binav kirin. Dema ku kesek wek xwebexş kar dike, ev tê wê wateyê ku ev kes vê yekê bi dilxwazî ​​û di dema xwe ya vala de ev karî pêk dîne û ji bo vê yekê pere nastîn e. Bi vî awayî, alîkarên „Bi xêr hatî bo Ehrenfeld“ bê pere dixebitin û ev cûre kar kirine ji ev baweriyê derdikeve ku helwesta wan rast e.

Xwebexş, bi alîkarîya nûnerên ofîsên, rêxistinan û birêveberê stargehê kar dikin. Ev nûrene „Hauptamtler“ tên bi nav kirin.  kesên ku karê xwe li beramberî peredanê bi cî dînin. Kesên “ Bi xêr hatî bo Ehrenfeld “ da ev kesin ku nûnerên Navenda Bajar,  ji Beşa Refaha Ciwanên herêmî û xizmetên navçandî ne.

Alîkarên xwebexş di hevkarî ya hev kar dikin, lê belê ne ji bo kesek taybet. Eve tê vê wateyê ku em ne ji bo bajêrî, ne ji bo Sazîya Biyaniyan û ne jî ji bo Alîkarîya Civakî, kar NAKIN. Em ji bo kesên penaber kar dikin ji ber ku ew nikarin li welatê xwe bimînin li Elmanya daxwaze mafê penaberiyê kirin e.

Em hevparê têkilîya nepenî ne,  em agahîyên têkilîya gel we radestî navendên şêwirmendiyê, dibistan û rêxistinan dikin, û bi qasî ku em bikarin, em alîkarî dikin. Em herweha çalakîyên dema vala, wekî seyrana bi hev re, lîstikan bi zarokan, çûna bo kirrînê û pijandina bi hev re, çûna bo mêvanîya û babetên bêtir, radest bikin.

Maweya ku alîkarek xwebexş dikare alîkarî bike girêdayî bê vê ye ku ev kes çiqas mejûlî karek din e. Gelek ji me 30, 40 demjimêran an jî zêdetir li hefteyê di pîşeyeke bi mûçe de dixebitin. Gelek jî xwedî malbatin û zarokên xwe hene ku divê li wan binêrin. Lê belê, her alîkarek bi qasî ku bikare hewl dide, ku penaberan ji bo têketina nava Ehrenfeld ê pêşwazî bike!

Xebata me ya xwebexşane tenê pê rêzgirtina dualî gengaz e. Ev karî herwisa pêdivî bi hinek sebirê heye. Ji ber ku em li kêleka karê xwe yê asayî, alîkariya pêşkêş dikin, em hertim berdest nînin û hin karan jî pêdivî bi demek dirêjtir heye. Xebata me pê arîkarîya alîkaran û penaber an wek tîmekê, bêtir dibe.